Rêzika astengnekirinê (blockeringsregeln) tê wê wateyê ku divê tu bê hewcedarî li hevberdanan, li pêşiya deriyên derketinê (utfart), li ser derbasgehên peyaran (övergångsställe) û cihên bi vî rengî neseknî. Dema rêz çêdibe, hewl bide ku ji berê ve plan bikî ka tê li ku bisekinî. Eger piştî derketinek an hevberdanek cihê sekinandinê tune be, çêtir e ku tu berî wê bisekinî. Pir caran dema tu dixwazî derkevî ser rêyeke sereke (huvudled), divê pêşî tu ji derbasgeheke bisiklêtan (cykelöverfart) derbas bibî. Eger li hevberdanê dîtin girtî be, dibe ku hewce bike tu hinekî pêşve herî û rê bigirî da ku bibînî ka rê vala ye. Di rewşeke wisa de astengkirin ne pirsgirêk e, ji ber ku bê hewcedarî nebû.
Ravekirina bi swêdî
Blockeringsregeln innebär att du inte i onödan ska bli stillastående i korsningar, framför utfarter, på övergångställen och liknande. Försök att vid köbildning planera var du stannar. Finns det ingen plats att stanna efter en utfart eller korsning, stanna hellre innan. Ofta när du ska svänga ut på en huvudled behöver du först korsa en cykelöverfart. är det skymd sikt i korsningen kan du behöva köra fram och blockera för att kunna se om det är fritt. I en sådan situation är det okej att blockera eftersom det inte var i onödan.