Têkçûna xwîngerê (cirkulationssvikt) dema pêk tê ku tu dikevî şoka bijîşkî: tansiyona xwînê û herikîna xwînê ewqas kêm dibe ku xwîn êdî mîna asayî di laş de nayê pompekirin. Hingê laş têra oksîjen û xurekê nagire. Ev rewş dikare metirsîdar ji bo jiyanê bibe, ji ber ku laş êdî mîna berê naxebite. Girîng e ku tu zû tevbigerî û alîkariyê bang bikî heke tu bifikirî ku kesek ketiye şokê an di xetera ketina şokê de ye. Kesê ku dikeve şoka bijîşkî divê zûtirîn gengaz bigihîje beşa lezgîn (acîl) a nexweşxaneya herî nêzîk. Yekser bang li 112 bike, ji ber ku kar lezgîn e. Heke tu bikevî şokê dibe ku yek an çend ji nîşanên jêrîn li te derkevin: nebza zû û qels; çermê gewr-zer û sar û xwîdanî; neynûk û lêvên şînbûyî; bêhnvedana zû û ne kûr; xemgînî û bêaramî; tîbûn. Bi vî awayî tu alîkariya kesekî ku di şokê de ye dikî: Heke ew hişyar be wî li ser piştê raxe û lingên wî bilind bike. Heke ew bêhiş be wî têxe rewşa aliyê aramkirî (stabilt sidoläge). Betaniyekê an tiştekî wek wê bavêje ser wî da ku germ bimîne. Bike ku dora wî aram be. Ji ber xetera ketina wê a bo rêyên bêhnvedanê, tiştekî xwarin an vexwarinê nede wî. Kesî bi tenê nehêle.
Ravekirina bi swêdî
Cirkulationssvikt (medicinsk chock) innebär att blodtrycket och blodflödet har sjunkit så mycket att blodet inte längre pumpas runt som vanligt. Då får inte kroppen tillräckligt med syre och näring. Tillståndet kan bli livshotande eftersom kroppen inte längre fungerar som den brukar. Det är viktigt att du agerar snabbt och tillkallar hjälp om du tror att någon har hamnat i chock eller riskerar att hamna i chock. Den som hamnar i medicinsk chock måste så fort som möjligt åka till akutmottagningen vid närmaste sjukhus. Ring genast 112 eftersom det är bråttom.Du kan få ett eller flera av följande symtom om du hamnar i chock:Snabb och svag pulsGråblek och kallsvettig hudBlåaktiga naglar och läpparSnabb och ytlig andningOro och rastlöshetTörstSå här hjälper du någon som är i chock:Lägg personen på rygg med benen högt om hen är vid medvetande.Lägg personen i stabilt sidoläge om hen är medvetslös.Lägg en filt eller liknande över personen så att hen håller sig varm.Gör så att personen får det lugnt omkring sig.Ge inte personen något att äta eller dricka, på grund av risken att få ner det i luftvägarna.Lämna inte personen ensam.