Wek ku nav destnîşan dike, bi kurtî tê wê wateyê ku hemû teker ên otomobîlekê, wek mînak erebeyekê, hêz (ajotin) werdigirin. Ajotina bi çar tekeran (fyrhjulsdrift) dema ku mirov li ser rêya şemitok diajo an bargiraniyeke giran hildigire sûdmend e. Ajotina bi çar tekeran bi şêweyên jêrîn tê: Ajotina daîmî ya çar tekeran - Her çar teker bi domdarî û bi hev re têne ajotin. Ajotina destî ya çar tekeran - Ereba bi awayê standard an bi tekerên paş an jî bi tekerên pêş tê ajotin, lê dema ku ajokar sîstemê vedike dikare biguhere ajotina çar tekeran. Ajotina otomatîk ya çar tekeran - Ereba bi awayê standard an bi tekerên paş an jî bi tekerên pêş tê ajotin, lê motor dema pêwîst be dikare biguhere ajotina çar tekeran. Wê demê ajokar ne hewce ye ku tiştekî bike da ku ajotina çar tekeran çalak bike.
Ravekirina bi swêdî
Precis som namnet antyder så betyder det i korta drag att alla hjulen på ett fordon, exempelvis på en bil, har drivning. Fyrhjulsdrift är fördelaktigt när man kör på halt väglag eller om man kör med tung last. Fyrhjulsdrift kommer i följande utföranden: Permanent fyrhjulsdrift - Alla fyra hjul drivs konstant samtidigt. Manuell fyrhjulsdrift - Bilen drivs som standard antingen med bak- eller framhjulsdrift, men kan skifta till fyrhjulsdrift när föraren slår på systemet. Automatisk fyrhjulsdrift - Bilen drivs som standard antingen med bak- eller framhjulsdrift, men systemet kan vid behov koppla in fyrhjulsdrift. Föraren behöver då inte göra något för att aktivera fyrhjulsdriften.