Karavan (husvagn) romorkek e ku ji aliyê otomobîlekê ve tê kişandin û wekî mal hatiye amadekirin, bi nivîn, cihê xwarinçêkirinê, cihê xwarinê, tuwalet û carinan jî duş. Karavanên nûtir bi piranî bi germkera gazê (gasolpanna) û germkirina binê erdê, û her wiha firna mîkro an sobeya gazê ya mezin tên amadekirin. Ehlîyeta B têra kişandina karavanekê dike ku giraniya wê ya giştî (totalvikt) ji 750 kg zêdetir e, heke giraniyên giştî yên hevgirtî yên karavan û otomobîlê ji 3 500 kg derbas nebin. Rêwî nabe di dema ajotinê de di karavanê de bin.
Ravekirina bi swêdî
En husvagn är en bildragen släpvagn med husinredning som sängar, kokmöjligheter, matplats, toalett och ibland även dusch. Nyare husvagnar förses oftast med gasolpanna och golvvärme, samt även mikrovågsugn eller fullstor gasspis. B-körkort räcker för att dra en husvagn med totalvikt över 750 kg förutsatt att husvagnen och bilens sammanlagda totalvikter inte överstiger 3 500 kg. Passagerare får inte vistas i husvagnen under körning.