Rêça veguhastina giştî (kollektivkörfält) rêçek e ku ji bo wan tiştên ku jê re erebeyên xeta birêkûpêk (fordon i linjetrafik) tê gotin hatiye veqetandin. Bi gelemperî otobusên bajêr di xeta birêkûpêk de dimeşin, ji ber vê yekê ji rêçên veguhastina giştî re rêça otobusan (bussfiler) jî tê gotin. Armanca van rêçan ew e ku derbasbûna otobusan hêsantir bike. Otobusên xeta birêkûpêk, mopeda sinifa duyem (moped klass II) û bîsîkletsuwar destûra bikaranîna vê rêçê hene. Carinan destûr tê dayîn ku erebeyên din jî di rêça veguhastina giştî de biçin. Wê demê ev li ser nîşaneyeke pêvek (tilläggstavla) tê diyarkirin. Carinan qeydên taybet ên vê rêçê tenê di hin demên rojê de derbasdar in. Dibe ku li ser rûyê rê nîşankirinên bi nivîsa 'BUSS' hebin.
Ravekirina bi swêdî
Ett kollektivkörfält är en fil avsett för vad man kallar fordon i linjetrafik. Vanligen kör stadens bussar i linjetrafik och därför kallas kollektivkörfälten även för bussfiler. Meningen med dessa körfält är att underlätta för bussarna att komma fram. Bussar i linjetrafik, moped klass II och cyklister är tillåtna att använda detta körfält. Ibland får även andra fordon köra i kollektivkörfältet. Detta anges i så fall på en tilläggstavla. Ibland gäller de speciella reglerna för detta körfält endast under vissa tider på dygnet.Det kan finnas utsatta vägmarkeringar med texten “BUSS”.