Rewşa xilasê (stabilt sidoläge) rewşek laş e ku tê bikaranîn da ku rêyên hewayê yên kesekî bêhiş vekirî bimînin, û ji bo ku ew ji hêla naveroka mîdeyê ve neyên girtin di rewşa vereşînê de. Awayê danîna kesekî di rewşa xilasê de: Pêşî kesê bêhiş li ser pişta xwe raxe. Milê herî nêzîkî xwe rast dirêj bike û kefa destê wî ber bi jor ve. Milê dûr bi awayekî berwardî li ser sîngê deyne, bi awayekî ku piştê destê li rûyê wî bikeve. Vê girtinê bihêle, di heman demê de bi destê xwe yê din çokê kesê yê dûr ber bi jor ve hilîne. Li ser çokê bitepisîne û kesê hêdî hêdî ber bi xwe ve bizivirîne. Lingê jorîn derxîne û hem qem hem çok xwar bike da ku laş bi awayekî stabîl bimîne. Destê kesê di bin rûyê wî de eyar bike da ku rêyên hewayê vekirî bimînin. Piştrast bike ku serî nikare ber bi pêş ve bikeve. Piştî ku kes di rewşa xilasê de tê danîn, bang li 112 bike, ji ber ku divê ew di zûtirîn dem de ji hêla bijîşkekî ve were muayenekirin. Heta ku ambulans tê, divê kes di bin çavdêriyê de bimîne. Divê tu bi rêkûpêk binêrî, guhdarî bikî û hîs bikî ka kes bêhna xwe dikişîne an na. Bala xwe bide ka rewşa kesî xerabtir dibe.
Ravekirina bi swêdî
Stabilt sidoläge är en kroppsposition som används för att hålla luftvägarna öppna hos en medvetslös person, samt för att förhindra att de blockeras av magsäcksinnehåll i händelse av kräkning. Hur du placerar en person i stabilt sidoläge: Börja med att lägga den medvetslösa personen på rygg. Lägg armen närmast dig rakt ut med handflatan uppåt. Lägg den bortre armen tvärs över bröstet med handryggen mot kinden. Håll kvar greppet, medan du vinklar upp personens bortre knä med din andra hand. Tryck på knät och vänd personen försiktigt mot dig själv. Dra ut övre benet och vinkla både höften och knäet för att kroppen ska ligga stabilt. Justera personens hand under kinden så att luftvägarna hålls öppna. Se till att huvudet inte kan falla framåt. Ring 112 efter att personen har lagts i stabilt sidoläge, eftersom hen måste undersökas av läkare så snabbt som möjligt. I väntan på att ambulansen kommer ska personen hållas under uppsikt. Du bör regelbundet titta, lyssna och känna om personen andas. Var uppmärksam på om personen blir sämre.