Nîşana rê ya "Rawestandin" (Stopplikt), an tabelayeke rawestandinê (stoppskylt), tê wê wateyê ku divê tu her tim li xaçerêyê rawestî. Eger xeta rawestandinê (stopplinje) hebe divê tu li ba wê rawestî, wekî din divê tu tam berî ku tu derkevî ser rêya xaçkirî rawestî. Sedema ku divê tu li xaçerêyên bi erka rawestandinê heta pêşiya herî pêş rawestî ev e ku herî baş bibînî û bêyî dîtin. Dema rêz (dorî) hebe tu nikarî li pişt ê pêşiya xwe rawestî û paşê tenê pê ve bizeliqî, lê belê divê her ajovan rawestandineke xwe ya taybet bike. Binpêkirina erka rawestandinê pir ciddî ye û dikare bibe sedema ku lîsansa ajotinê ya te (körkort) ji te were standin. Armancek heye ku erka rawestandinê li wir hatiye danîn. Fikir ev e ku divê tu bi temamî rawestî û paşê berî ku bidomînî bi baldarî li dora xwe binêrî. Ango bes nake ku tu tenê hinekî frînê bikî an tenê lezê kêm bikî.
Ravekirina bi swêdî
Vägmärket “Stopplikt", eller en stoppskylt, innebär att du alltid måste stanna vid korsningen. Finns det en stopplinje ska du stanna vid denna, annars ska du stanna direkt innan du kör ut på den korsande vägen. Att du ska stanna ända framme vid korsningar med stopplikt är för att se och synas så bra som möjligt. Vid kö kan du inte stanna bakom den framför och sedan hänga på, utan varje förare måste göra ett eget stopp. Att bryta mot stopplikt är väldigt allvarligt och kan leda till att du får ditt körkort indraget. Det finns en poäng med att stopplikten sitter där. Tanken är att du ska stanna upp helt och sedan se dig för noga innan du fortsätter. Det räcker alltså inte med att bromsa in lite eller att bara sänka hastigheten.