Bi alîkariya kablên pêxistinê (startkablar) motora otomobîlê dikare di rewşên ku bataryayê têra xwe şarj nebûye were pêxistin. Ev bi girêdana serê yekê ê kablê bi bataryaya te û serê din bi bataryaya otomobîleke din tê kirin. Çawa otomobîlek bi kablên pêxistinê tê pêxistin: Pêşî kabla pêxistinê bi qutba erênî (pluspolen) ya bataryaya her du otomobîlan ve girêde. Pêşî kablê bi otomobîla ku bataryaya wê ya çalak heye ve girêde. Bi qutba neyînî (minuspolen) ya bataryaya çalak ve girêde, û serê neyînî yê din bi gewdeya (karossen) otomobîla ku pêwîstiya wê bi alîkariya pêxistinê heye ve girêde. Motora otomobîla ku bataryaya wê çalak e bixebitîne. Bihêle çend deqîqe li ser rawestanê bixebite da ku bataryaya otomobîla din şarj bibe. Otomobîla ku bataryaya wê vala ye bixebitîne. Dema tu kablan derdixî, pêşî serê neyînî yê li ser gewdeya otomobîla ku pêwîstiya wê bi alîkariyê hebû derxe. Paşê kabla li ser qutba neyînî ya otomobîla din.
Ravekirina bi swêdî
Med hjälp av startkablar kan bilens motor startas i situationer där batteriet inte är tillräckligt laddat. Detta genom att koppla ena änden av kabeln till ditt batteri och den andra änden till en annan bils batteri. Hur du startar en bil med startkablar: Börja med att koppla startkabeln så att den sitter på pluspolen på båda bilarnas batteri. Sätt först dit kabeln på den bil som har ett fungerande batteri. Koppla på minuspolen på det fungerande batteriet och sätt den andra minuspolen i karossen på bilen som behöver starthjälp. Starta motorn på bilen med fungerande batteri. Låt bilen gå på tomgång några minuter så att den andra bilens batteri laddas upp. Starta bilen som har urladdat batteri. När du tar bort kablarna ska du börja att ta bort minuspolen som sitter på karossen på den bil som behövde starthjälp. Sedan kabeln som sitter på minuspolen på den andra bilen.